Erbil 38°C Thursday 20 Nov 07:12

Prosesa pêddana vîzeya Brîtanyayê bi welatiyên Kurdistanê asantir dibe

behsa çend mijarên girîng yên rojeva siyasî kirin
کوردستان TV
100%

Îro Serokwezîrê herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li Hewlêrê pêşwaziya balyozê Brîtanya yê li Iraqê John Wilks û şandeke pê re kir.

Di civîna ku Konsulusê giştî yê Brîtanya li Hewlêrê James Thornton jî amade bû de, balyozê Brîtanya amaje bi wê yekê kir ku welatê wan bi geşbînî û erênî pêşwazî li kabîneya nû ya hikûmeta herêma Kurdistanê dike û amade bo hemû alîkariyekî û got, herêma Kurdistanê berdewam di pêşkeftinê de ye. keyfxwaşiya xwe jî diyar kir ku naha hewayekî erênî di navbera Hewlêr û Bexdayê de heye. Herwaha amaje bi amadebûna şîrketên Brîtanî kir ku berhemanînê li herêma Kurdistanê bikin.

Serokê hikûmeta herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî balkêşande ser pêşkeftina peyvendiyên navbera herêma Kurdistanê û Bexdayê û ronî kir, ku naha guftûgo berdewamin û peyvendî di rêyeke rast de diçin û lihevtêgeheştinek baş heye bo çareser kirina pirsgirêkan li ser bingehê destûra Iraqê.

Serokê hikûmetê daxwaz ji balyozê Brîtanya kir, ku asankariyek zêdetir bê kirin bo hatûçûn û geşt kirina navbera her du aliyan de, bi taybet jî bo hemwelatiyên Iraqê û herêma Kurdistanê ku bikarin serdana Brîtanya bikin. Vê derbarê de jî balyozê Brîtanya diyar kir, ji naha û pêve proseya wergirtina vîze bo hemwelatiyên Iraqê û herêma Kurdistanê dê bileztir be.

Mijareke din a civîna her du aliyan hemnêrîn bûna li ser metirsiya gefên DIŞIê bû, ku niha li çend navçeyeke Iraqê dest bi xwe birêxistinê kirine û tevgerê de ye û bûne gef ser xelkê wan navçeyan û ji bo wegera koçberan bo cîhên xwe jî dibin rêgir.

Ji ber wê jî tekezî hat kirin ku pêwîste bo tekoşîna li hember metirsiyan hemahengiyek zêdetir navbera hêzên ewlehiya Iraqê û herêma Kurdistanê de hebe.

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.