Erbil 38°C Thursday 20 Nov 06:55

Serok Barzanî li gel Fraksiyona Partiya Demokrata Kurdistanê li Bexda civiya

şîretên pêwîst pêşkêşî parlementeran kir
کوردستان TV
100%

Îro li Pîrmamê Serok Barzanî li gel Endamên Fraksiyona Partiya Demokrata Kurdistanê li parlememntoya Îraqê civiya.

Di civînê de ku bi mebesta raguhertina li ser pirsên siyasî û giftûgokirina pêşhat û guhertinên dawî yên Iraqê hate lidarxistin.

Di civînê de Serok Barzanî gotarek pêşkêş kir û balkêşande ser girîngiya rola parlementerên Partiya Demokrata Kurdistanê li parlementoya Îraqê bi navê bergirîkirin ji mafên rewa yên gelê Kurdistanê û tekez jî li wê yekê kir ku pêwîste wekî çawe bergirî ji mafên gelê Kurdistanê dikin bi heman awayî jî bergirî ji mafê welatî û nîştecihên parêzgehên Iraqê bikin.

Di beşekî dinê vê civînê de Serok Barzanî nêrîna xwe ya di derbarê çareserkirina kêşeyên di navbera Hewlêr û Bexda ji bo amadebûyan şîrove kir û di derbarê çawetiya karkirin û peywendiya li gel aliyên siyasî yên Iraqê şîretên pêwîst pêşkêş kir.

Her di vê civînê de Endamên Fraksiyona PDK li Bexda têbîniyên xwe yên di derbarê rewşa siyasî û karê Parlemenî li parlementoya Iraqê xisterû û tekez li ser pêwîstiya hebûna hevhelwêstî û hemahengiya di navbera fraksiyonên Kurdistaniyan kir, bi taybet li ser wan babetên peywendî bi maf û berjewendiyên xelkê Kurdistanê ve heye.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.