Birêveberatiya Polîsê Hewlêrê daxuyaniyek weşand û têde behsa vê yekê kir ku duhê li kempa penaberan ya Dêbege a ser bi Hewlêrê penaberek ku endamê DIŞIê bûye bi fermana DIŞIê di nava kempê de ser welatiyeke din yê penaber jê kiriye.
Di daxuyaniya polîs de hatiye eşkere kirin ku duhê li kempa Dêbege, bûyereke ser jê kirinê qewmiye û piştî lêkolînan hêzên polîs karîne kesek bi navê Ehmed Xelîfe Ehmed Meter ku ji dayikbûyê 2004ane û li kempa Dêbege hatiye bicîhkirin, li ser fermana DIŞIê ser welatiyeke din yê Ereb bi navê Yûsif Amir Mihemed jê kiriye.
Tawanbar di lêkolînan de li xwe mokir hatiye ku li ser fermana DIŞIê ew welatiyê han ser jê kiriye.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin