Erbil 38°C Thursday 20 Nov 06:59

PDKê helwesta xwe li ser hilbijartinên parêzgeha Kerkûkê eşkere kir

vê şandeke hebveş biçe Bexdayê
کوردستان TV
100%

Partiya Demokrat ya Kurdistanê ragihand, dê çend rojên din şandeka hevbeş ya YNK û PDKê bo destnîşankirina parêzgarê nû yê Kerkûkê biçe Bexdayê.

Berdevkê PDKê Mehmûd Mihemed ji beşa kurdî ya radyoya Dengê Amerîka re behsa hilbijartinên encumena parêzgeha Kerkûkê gotiye, di qanûna hilbijartinên parêzgehan de gelek pirsgirêk hene, ew jî dibin sebebk ku ziyanek mezin bigihê dengên kurdan li Kerkûk û deverên din yên Kurdistanî.

Mehmûd Mihemed her wiha gotiye, ji ber wê jî divê tevahiya partiyên Kurdistanî li ser wê yekê ku, kurd beşdarî hilbijartinên encumena parêzgeha Kerkûkê bikin yan nebin, yekdeng bin. Eger wisa nebe kurd dê zerer bikin.

Li ser destnîşankirina parêzgarê nû yê Kerkûkê jî berdevkê PDKê gotiye, çend rojên din şandeka hevbeş ya YNK û PDKê dê biçe Bexdayê û li wir bi nûnerên ereb û turkmenên Kerkûkê re hevdîtin bike û hewl bide wan razî bike da ku kandîdê parêzgariya Kerkûkê Teyîb Cebar wek parêzgar were qebûlkirin.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.