Îro li Pîrmamê Serok Barzanî pêşwaziya Parêzgerê Mûsilê Mensûr Murîd kir.
Di hevdîtinê de rewşa îdarî û xizmetguzarî û debara nîştecihên Mûsilê û parêzgeha Nînowa xistin ber behs û guftûgoyan û her wiha rewşa koçberan û proseya vegeriyana navçeyên wan hate nirxandin.
Di vê civînê de Serok Barzanî ji bo îdareya Mûsilê, li karên wan yên bi navê xizmeta xelk û baştirkirina rewşa jiyana koçberan de palpiştiya xwe ya tevahî ragihand.
Her di vê hevdîtinê de tekez li ser pêwîstiya hemahengiya berdewam ya di navbera Herêma Kurdistan û parêzgeha Nînowa de kir.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin