Duhê êwarê balefirên artêşa Tirkiyeyê bi hinceta hebûna gerîlayên PKKê çend deverên qontarên çiyayê Helgordê bordiman kirin.
Peyamnêrê Kurdistantvê yê li deverê eşkere kir ku duhê êwarê balefirên şer yên artêşa Tirkiyeyê qontarên çiyayê Helogrdê bordiman kirin.
Peyamnêrê me eşkere kir ku ev cêyên ku hatine bordiman kirin nêzî cêyên nîştecîh bûna xelkê sivîlin û zomên koçeranin.
Derbarê zirar û ziyanên bordimanê de hîn jî ti agahî nehatine bidestxistin.

komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin