Wezareta pêşmerge daxuyaniyek belav kir û têde behsa vê yekê kiriye ku duhê civînek di navbera wezareta pêşmerge û hevpeymaniya cîhanî li Hewlêrê hatiye lidarxistin.
Di daxuyaniya han de hatiye nivîsandin ku di civînê de şanda hevpeymaniya cîhanî û wezareta pêşmerge behsa çend mijarên girîng weke şerê dijî DIŞI, hevkarî û hemahengiyên navbera wezareta pêşmerge û hevpeymaniya cîhanî kirine.
Her di heman civînê de wezîrê pêşmerge Şoreş Îsmaîl eşkere kiriye ku hîn jî li hin deverên Îraqê metirsiya dubare serhildana DIŞIê maye û lêv û tevgerên DIŞIê li hin dever bi taybetî deverên Kurdistanî yên derveya îdareya Kurdistanê zêdetir bûne.
Di berdewamiya civînê de behsa çend mijarên din yên taybet bi rewşa leşkerî ya deverê hatiye kirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin