Li Hewlêrê Paytexta Herêma Kurdistanê bi çavdêriya Serok wezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî kongre û pêşangeha Rojhilata Navîn bo xwendin, teknolojiya û xwendekaran hate organîzekirin.
Ev kongreya herî mezin a wek korbend û hevdîtina zanîngeh, peymangeh, dibistan û teknolojiya tê zanîn, ligel fêrxwaz, biryarder û pisporên navxwe û navdewletî yên sektora perwerde û xwendina bilind heta roja 8ê Îlona 2019an berdewam dibe û rojane ji demjimêr 10:00 ta 18:00 çalakiyên wê birêve diçin.
Kongre û Pêşangeha MEETS ji aliyê ERA ARBO bi hevbeşî ligel Yekîtiya zanîngehên navdewletî û zanîngeha Amerîkî li Dihukê û zanîngeha Knowledge hatiye birêxistin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin