Îro li Pîrmamê Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Emîndarê giştî yê partiya kom bûna medenî û çaksazî (Kar) a Iraqî Selîm Cibûrî kir.
Di hevdîtinê de ku berpirsê mekteba peywendiyên Kurdistanî û Iraqî ya partiya demokrata Kurdistanê Elî Husên kç tê de amade bû, guhertin û pêşhatên siyasiyên dawî ya li ser asta Iraq û navçeyê xistin ber behs û guftûgoyan. Birêz Cibûrî rola Serok Barzanî û Partiya Demokrata Kurdistanê li rasterêkirina proseya siyasî û aramî û binyatnana dewleta medenî de bilind nirxand.
Herwiha tekez li ser berdewamiya peywendiyên di navbera her dû aliyan û hemahengiya siyasî û Parlemenî hate kirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin