Îro civata wezîran bi Serokatiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî civiya.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî li ser pêgeha xwe ya taybet derbarê naveroka civînê de wisa nivîsandiye;
Îro çarşem 11ê Îlonê me gerînendetiya civîna civata wezîran ya herêma Kurdistanê kir.
Di destpêka civînê de encamên civîna hevbeş ya di navbera hikûmeta herêma Kurdistanê û firaksiyonên Kurdistanî yên di parlementoya Îraqa federal de û herwiha endamên komîteya darayî nirxandin û me biryar da daku hefteya pêşiya me, şandeke hikûmeta herêma Kurdistanê bi mebesta giftûgo kirin û lihev vehugastina zaniyariyan derbarê bûdce û beşdariya herêma Kurdistanê di qonaxa destpêkê ya amade kirina proje bûdceya 2020an ji aliyê wezareta darayî ya federal ve, serdana Bexdayê bike.
Hewriha biryar hate dayîn daku komîteyên darayî, petrol û gaz û qanûnê yên parlementoya Îraqê bo Kurdistanê werin vexwandin.
Vê roja pêncşem 12ê Îlonê şanda hikûmeta herêma Kurdistanê bo diyar kirina hûrgilî û datayên taybet bi giftûgoyên navbera hikûmeta herêmê û hikûmeta federal vê li gel parlementoya Kurdistanê bicive.
Her di heman civînê de wezîrê plandanan raportek derbarê projeya serjimêriya sala 2020an ya Îraqê pêşkêş kir û balkêşande ser amadekariyên herêma Kurdistanê û biryar hate dayîn daku komîteyeke taybet were damezrandin bo nirxandina projeya serjimêriyê bi berçav girtina berejwendiyên tevahiya pêkhateyên olî û etnîkî yên gelê Kurdistanê.
Di dawiya civînê de giftûgo li ser mekanîzma nû ya rêkxistina bacê bi awayekî ku di berejwendiya giştî de be kir û civata wezîran jî proje biryar xwe ya taybet bi nave tênivîsa bazirganî pejrand ku mekanîzma nû ya bo rêkxistina bacê li xwe digire.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin