Erbil 38°C Thursday 20 Nov 11:50

Mesrûr Barzanî: Lazime dadmendî di xerc kirina dahatan de hebe

dibêje lazime beriya hatin zivistanê petrola spî were dabînkirin
کوردستان TV
100%

Serokwezîrê Kurdistanê dibêje civîna komîteya kom kirina dahatan hate lidarxistin û li ser navroka civînê wisa nivîsandiye;

Îro duşem 16ê Îlonê me gerînendetiya civîna komîteya kom kirina dahatan kir.

Di civînê de me giftûgo li ser kom kirina dahatan û rêkxsitina baş, gomrik û ektîfkirina pergala bankî ya li herêm Kurdistanê kir.

Me tekezî li ser vê yekê kirk u lazime hevsengî di navbera dahat û xerciyan de bi awayek ku xizmeta berejwendiyên giştî û welatiyên Kurdistanê bike, hebe.

Di beşeke din ya civînê de nîqaş li ser vê yekê hate kirin ku lazime dadmendî di xerc kirina dahat û deverên herêma Kurdistanê hebe jiber ku kar û erkê me berevanî kirin ji mafênwelatiyên herêma Kurdistanê ye.

Me di dawiya civînê de ev yek dubare kir ku lazime beriya hatina zivistanê petrola spî ji welatiyan re were dabînkirin.

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.