Prosesa dengdanê destpê kir

di meha Nîsanê de hilbijartin hatibû kirin
کوردستان TV
100%

Îro welatiyên Îsraîlê bo hilbijartina nunerên xwe yên li parlementoyê çûn ser sendoqan.

Prosesa dengdanê seat 7ê sibê destpê kir û heta seat 10 şevê berdewam dibe.

Li Îsraîlê bi giştî 6 miliyon û 394 hezar dengder hene û îro ev dengderên han bo diyar kirina 120 nunerên parlementoyê dengê xwe didin.

Li gor jêderan reqabeta hibijartinên îro de 29 part û aliyên siyasî beşdarin û sê partiyên ereban jî bi yek lîst beşdarî kirine.

Weke tê zanîn di 9ê Nîsana îsal de hilbijartin hatibû kirin lê jiber ava nekirina hikûmetê dîsa biryara hilbijartinên pêşwext hate dayîn.

Rojhilata navîn

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.