Erbil 38°C Thursday 20 Nov 11:50

Serok Barzanî û wezîrê derve yê Hindistanê civiyan

rêzdariya xwe bo qurbanîdanên gelê Kurdistanê diyar kir
کوردستان TV
100%

Îro li Pîrmamê Serok Barzanî pêşwaziya wezîrê derve yê Hindistanê Bellamvelly Muraleedharan kir.

Di hevdîtinê de Wezîrê derve yê Hindistanê Bellamvelly Muraleedharan pêzanînên xwe ji bo qurbanîdana gelê Kurdistanê di şerê dijî terorîstan de ragihand û ji bilî balkişandina li ser wê yekê ku bi başî li êş û azarên gelê Kurdistanê gihîştiy, xweşhaliya xwe jî bi wê pêşveçûna ku li warê geşbûna siyasî û aborî û civakî ya li Herêma Kurdistanê da pêkhatiye nîşanda ku li ser rêyekî diruste jî.

Bellamvelly Muraleedharan di beşeke din ji axaftinên xwe de armanca serdana xwe ya bo Herêma Kurdistanê ji bo Serok Barzanî şîrove kir û daxwaz kir ku peywendiyên di navbera welatê wan û Herêma Kurdistanê li warê çandî, tendirustî û bazirganî de bê pêşxistin.

Di vê hevdîtinê de Serok Barzanî spasî Wezîrê Dewletê Hîndîstanê yî Karubarê Derve û Parlemenê û şanda li gel kir û gelê Hîndîstanê bi gelekî mezin û xwedî dîrok wesif kir. Her wiha Mehatma Gandîşî bi çavkaniya îlhama gelên azadîxwaz û rizgarbûna ji kedxwarî û çewsandinê da zanîn. Serok Barzanî xweşhaliya xwe jî ji bo pêşxistina peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û welatê Hîndîstanê nîşan da.

Her li vê hevdîtinê de gefa terorê û hizra tundî ya li ser asayîşa cîhanê hate giftûgo kirin û tekez li ser hemahengiya navdewletî û cîhanî ya rûbirûbûna terorê kir.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.