Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel şandeke leşkerî ya hevpeymaniya cîhanî civiya û derbarê civînê de li ser pêgeha xwe ya fermî wisa nivîsandiye;
Îro 23ê Îlonê me pêşwaziya Fermandarê hêzên operasiyonên taybetî yên hevpeymanan li Îraq û Sûriyeyê Major General Eric Hill kir.
Di civînê de me behsa vê yekê kir ku DIŞI li çend deverên Îraqê hîn jî metirsiyeke mezine bo ser ewlekariya xelk û berdem vegerandina koçberan bo deverên xwe û me balkêşande ser hemahengiya navbera hêzên pêşmerge û hêzên Îraqî.
Derbarê giftûgoyên heyî yên bo çareser kirina kêşeyên navbera herêma Kurdistan û hikûmeta fedral de jî me anî ziman ku bo çareser kirina kêşeyan li ser esasê destûrê îşaretên baş ji Bexdayê ve bo me hatine.
Ji aliyê xwe ve Fermandarê hêzên operasiyonên taybet yên hevpeyman li Îraq û Sûriyeyê Major General Eric Hill jî kêfxweşiya xwe ya li hember hemahengiya navbera hêzên pêşmerge û hêzên Îraqî diyar kir û amade bûna welatê xwe jî bo pêşkêş kirina her hevkariyeke pêwîst diyar kir.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin