Serokê Îsraîlê Reuven Rivlin, piştî eşkere bûna encamên dawî yên hilbijartinên parlementoya Îsraîlê, duhê bi fermî Serokwezîrê berê yê vê welatî Benjamin Netanyahu bo avakirina hikûmeta nû pîwerdar kir.
Netanyahu berê xwestibû ku bi Tifaqa Şîn û Sipî ya bi pêşengiya Benny Gantz re koalîsyonê çêke, lê Benny Gantz ew daxwaz red kiribû.
Di parlamana Îsraîlê de 120 kursî hene û di hilbijartina 17’ê Îlonê de partiya Gantz 33, ya Netanyahu jî 32 kursî bi dest xistibûn.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin