Li bajarê Kirmanê ya Îranê sê girtiyên siyasî yên Kurd yên ku xelkê bajarê Şino ne, dest bi grevê kirine.
Malbetên her sê girtiyên Kurd diyar kirine ku zarokên wan di girtîgeha bajarê Kirmanê de jiber nizîkatiyên şaş yên zîndanbanan û îdareya îtlaata Îranê ev demeke dest bi grevê kirine.
Ev her sê girtiyên Kurd beriya du salan bi tawana hewldan li dijî rejîma Îranê li Urmiyeyê hatibûn girtin û her yek bi 15 sal cezayê girtîgehê û veguhastin bo bajareke din hatibûn cezakirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin