Îro şandeke hevpeymaniya cîhanî serdana wezareta pêşmerge kir û li gel Serokerkanê giştî yê wezareta pêşmerge civiya.
Li gor daxuyaniya wezareta pêşmerge, di civînê de behsa çend mijar û babetên girîng hatiye kirin bi taybetî bi berfirehî behsa liv û tevgerên DIŞIê li deverên Kurdistanî yên derveya îdareya Kurdistanê hatiye kirin.
Her di heman civînê de şanda hevpeymaniya cîhanî tekezî li ser dom kirina hevkarî û piştîvaniyên hevpeymaniya cîhanî bo hêzên pêşmerge kiriye.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin