Serokwezîrê Kurdistanê peyameke pîrozbayî pêşkêşî Êzidiyan kiriye û hêvî dike cejna xwe bi aramî û xweşî derbas bikin.
Ew naveroka peyama Serokwezîrê Kurdistanê ye;
Bi minasebeta hatina cejna Cemayê gerimtirîn pîrozbayiyên xwe pêşkêşî xuşk û birayên Kurdên Êzidî li Kurdistan û cîhanê dikim û hêvî dikim di rewşeke aram û têjî ji xweşî cejna xwe pîroz bikin
Xuşk û birayên Êzidî di salên derbasbûyî de rastî karesat û rojên dijwar hatine, hêvî dikim di bin sêya rewşa bihevre jiyana aştiyane ya li Kurdistanê de, ev rojên dijwar werin têperandin û hikûmeta herêma Kurdistanê jî li gor karînên xwe bo kêm kirina êş û azarên wan hewl bide û herwiha hewl bo bihêztir kirina rihê bihevre jiyan û aramî di navbera tevahiya pêkhateyên olî û etnîkî yên Kurdistanê de bide.
Serokwezîrê herêma Kurdistanê
Mesrûr Barzanî
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin