Li Bane ya Rojhilatê Kurdistanê, endamekî xwecihî yê Supaya Pasdaran a Îranê hate kuştin.
Roja Dûşemê li bajarê Bane yê ser bi parêzgeha Sine ya Rojhilatê Kurdistanê, hinek kesên nenaskirî, teqe li endamekî Kurd ê Supaya Pasdarên Îranê kirin û ew kuştin.
Li gorî zanyariyên ku hatine belavkirin, navê wî endamê Supaya Pasdaran, Elî Seyadî ye û ew çend sal in di nava Îtilaata Supaya Pasdaran de kar dikir û beşdarî operasyonên Supayê yên li bajarê Bane dibû.
Elî Seyadî li bajarê Baneyê di nava xelkê herêmê de bi îşkencekirina xelkê bi nav û deng bû.
Heta niha ti aliyekî berpirsyariya kuştina wî çekdarê Supaya Pasdaran li xwe negirtiye.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin