Erbil 38°C Saturday 21 Jun 14:44

DIŞI jî kete tevgerê

Tirkiye tevahiya terorîstên xwe xistiye tevgerê beriya hemûyan jî DIŞI
کوردستان TV
100%

Li gel amadekariyên Tirkiye û terorîstên ser bi Tirkiyeyê bo operasiyona ser Rojavayê Kurdistanê, terorîstên DIŞIê jî ketin tevgerê.

Jêderên ji Rojavayê Kurdistanê diyar kirin ku 50 terorîstên DIŞIê ku ji devera Idlibê hatine şandin, êrîşî ser navendeke hêzên leşkerî yên Rojavayê li Reqayê kirine û xwestine ev navenda han dagîr bikin.

Jêder behsa vê yekê kirin ku armanca wan terorîstên DIŞIê dagîr kirina navenda leşkerî ya Basil ya li Reqayê bûye lêbelê êrîşa terorîstan hatiye pûçkirin û çend terorîst ku karîne xwe bifilîtînin ji deverê ber bi Îdlibê ve reviyane.

Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.