Erbil 38°C Saturday 21 Jun 14:49

Rêveberiya xweser a Rojavayê seferberî ragihand

dibêje emê bi her avayî berevanî ji xwe û axa xwe bikin
کوردستان TV
100%

 Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojavayê Kurdistanê seferberî ragihand.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojavayê Kurdistanê li hember operasyona muhtemel a Tirkiyê bi ser herêmê de seferberî ragihand.

HSDê demek berê ragihandibû ku nîşaneyên li xeta sînor, agahiyên ji qadê tên wergirtin û sewqiyata leşkerî ya dewleta tirk nîşan didin ku dewleta tirk û komên wê yên çete dê êrîşeke giran bibin ser herêmê. HSDê diyar kiribû ku dê êrîşa dewleta tirk û çeteyên wê rê li ber karesatên mezin veke û bang li hêzên koalîsyonê kir ku rê nedin krîzeke însanî ya gengaz.

Ji aliyê din ve Serokê Ragihandina Serokomariya Tirkiyê Fahrettin Altun di gotara xwe ya bo Washington Postê (WP) de nivîsand ku, “Di demeke nêz de wê Hêzên Çekdar ên Tirkiyê (TSK) û Artêşa Azad a Sûriyê (ASA) sînorê Tirkiye- Sûriyê derbas bike. Pêwist e dinya piştgiriya plana Tirkiya ya li bakurê Sûriyê bike.”

PeyamaKurd

Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.