Partiyên Kurdî û Kurdistanî li Almanya (Hevkarî) êrîşa Tirkiyê li ser Rojavayê Kurdistanê şermezar kirin û ragihandin, Tirkiyê bi vê êrîşê hebûna Kurd li ser xaka xwe armanc digire.
Duhî 09. 10. 2019an, Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, destpêkirina êrîşa welatê xwe li ser Rojavayê Kurdistanê ragihand û firokeyên F-16 û piştre topxaneya Tirkiyê dest bi bombebarana gund û bajarên Kurdî yên sînorî kirin.
17 partiyên Kurdî û Kurdistanî li Almanya di daxuyaniyekê de ragihandin, “Roja 09.10.2019an partiyên Hevkarî civiyan, ji bo buyerên dawî li Kurdistana Sûriya, bi teybet dujminatiya leşkerî ya ku leşkerê Tirkiya bi alîkariya hêzên Islamî ber bi hemehengiya Sûrî û Eniya Nussra ya girêdayî wê.
Tevan şermezariya vê êrîşa li ser gelê me ye Kurdî û pêkhatiyên devera rojhilatî Firatê kirin, tekez kirin ku ev êrîş armanca wê dijî hebûna gelê Kurd li ser xaka xwe ya dîrokî ye, ev Bombebarana ezmanî û tankan û topan li ser gundên me li gel derbasbûna wan li ser xaka aram, pêwîst e hemû hêz û partiyên Kurdî û Kurdistanî li gel rêkxirawên civaka sivîl li dij rabin û bandorekê li civaka navnetewî bikin, daku ev dujminahî raweste û gelê Kurd û pêkhatiyên deverê li rojhilatê Firatê bi nobedariya navnetewî bêne parastin.
Herweha biryar dan ku bi hin çalakiyên dîplomasî û cemawerî aştiyane rabin, Komîte bo vî karê bi lez hatin avakirin û wê nêzîk bêne ragihandin.
PDK-Başûr
PAK/Rojhilat /
PDK-bakur
PYDKS/Yekîtî/
PYK
PDPKS
PSK
PDK-S
Şepêla pêşeroja Kurdistan Sûriya
PDK-Îran
PDK/Rojhilat/
YNK
PDKS( Partî )
Komala Kurdistan Îran
PIK
PDKS( Elpartî )
PYK-S
PeyamaKurd
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin