Li gel destpê kirina êrîşên Tirkiye û cîhadiyên terorîst yên ser bi Tirkiyeyê yên li dijî Rojavayê Kurdistanê, liv û tevgerên terorîstên DIŞIê jî zêde bûne.
Duhê êwarê ku sêyem roja êrîşên Tirkiyeyê bû, terorîstên DIŞIê li navenda bajarê Qamîşlo tirimbîleke bombekirî teqandin û di encama teqînê de 6 welatiyên sivîl canê xwe ji dest dan û zirarên mezin yên madî gehêştin cêyê bûyerê.
Her duhê bi şev terorîstên DIŞIê li berdem girtîgehek ku têde terorîstên DIŞIê girtîne, tirimbîleke din ya bombekirî teqandin.
Heta niha derbarê zirarên teqîna li Hesekê de ti zaniyarî nehatine belavkirin.
Li gel destpê kirina êrîşên Tirkiye û cîhadiyên terorîst yên bo ser Rojavayê Kurdistanê, şaneyên razayî yên terorîstên DIŞIê jî çalak bûne û dest bi êrîşên xwe yên bo ser Kurd û hêzên HSDê kirine.
Ji aliyeke din ve HSDê jî belav kir ku duhê di nava kempeke din ya girtiyên DIŞIê de hijmarek terorîstên girtî alozî derxistine û xwestine ji kempê birevin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin