Taxa Eyn Erûs a başûrê bajarê Girê Spî tê topbarankirin. Topbaran nêzî 10 metreyan dûrî cihê kombûna bi sedan xwepêşandêrên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku piştgiriyê didin berxwedana Girê Spî li dijî êrîşên dewleta Tirk û cîhadiyên terorîst.
Taxa Eyn Erûs bi awayekî dijwar tê topbarankirin. Top derdora 10 metreyan dûr cihê kombûna bi sedan şêniyên bajarê Reqa, Tebqa û Minbicê, dikevin. Şênî ji beriya çend rojan berê xwe dabûn bajarê Girê Spî da ku piştgiriyê bidin berxwedana li dijî êrîşên dewleta Tirkiye û cîhadiyan.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin