Îro dîsa li Hewlêrê xwepîşandaneke berfire ya grseyî li dijî operasiyona Tirkiyeyê ya bo ser Rojavayê Kurdistanê hate organîzekirin.
Di xwepîşandana han de ku bi hezaran Kurdistanî beşdar bûn, operasyon û êrîşên Tirkiyeyê bi tundî hatin mehkûmkirin û daxwaz ji civaka cîhanî hate kirin daku zextan li Tirkiyeyê bikin daku operasyon û êrîşên xwe rawestîne û demografiya deverê neguhere.
Pêr û duhê jî li Hewlêr û bajarên din yên Kurdistanê xwepîşandan hatibûn kirin û tirkiye hatibû şermezarkirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin