Îro Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel Serokê tevgera Elxeda ya Sûrî civiya û di civînê de tekez li ser vê yekê kir ku nabe demografiya deverê were guhertin.
Serokwezîrê Kurdistanê li ser pêgeha xwe derbarê civînê de wisa nivîsandiye;
Îro yekşem 13 Cotmehê me pêşwaziya Serokê tevgera Elxed ya Sûrî Asî Elcerba kir.
Di civînê de me behsa rewşa Sûriye ûpêşhatên rojavaya Kurdistanê kir û me tekez li ser vê yekê kir ku lazime şer were rawestandin û kêşe bi diyalog û rêbazên aştiyane werin çareserkirin û nabe demografiya deverê were guhertin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin