Heyva Sor: Heta naha 165 sivîl şehîd bûne

dibêje tirkiye bi zanebûn êrîşî ser sivîlan dike
کوردستان TV
100%

Heyva Sor a Kurdî amara êrîşa artêşa Tirkiyê ser Rojavayê Kurdistanê di navbera 10 ta 14ê vê mehê de belav dike û dide zanîn, ta niha 165 welatiyên sivîl canê xwe jidest dane.

Heyva Sor a Kurd li Rojavayê Kurdistanê ragihand, ji destpêka êrîşa artêşa Tirkiyê ser gund û bajarên Rojavayê Kurdistanê 165 welatiyên sivîl şehîd bûne, di nava wan de 11 zarok û 35 jin hene.

Herwiha da zanîn, di çarçova êrîşa Tirkiyê û milîsên ser bi wê ve, ambulanseke Desteya Tenduristiyê ligel tîma wê ya bijîşkî hat revandin û ta niha çarenîsa wan ne diyar e.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.