Îro Serokwezîrê Kurdistanê li gel şandeke leşkerî ya Brtîanî civiya û li ser pêgeha xwe derbarê naveroka civînê de wisa nivîsandiye;
Îro sêşem 15ê Cotmehê me pêşwaziya şandeke bilind ya leşkerî ya Brîtanî bi Serokatiya Şêwirmendê bilind yê Brîtanî li Rojhilata navîn û Bakûrê Efrîqayê Sir John Lorimer kir.
Di civînê de me behsa rewş û pêşhatên dawî yên li Sûriyeyê kir û tekez li ser vê yekê kirk u şer û tundûtîjî di ne di berejwendiya ti aliyekê deye û lazime kêşeyên heyî bi diyalgo û danûstandinê werin çareserkirin.
Di beşeke din ya civînê de me behsa guhertinên heyî yên li Îraqê jî kir û me tekez li ser çareseriya hertimî ya kêşeyên navbera herêma Kurdistanê û hikûmeta fedralî kir.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin