Serokwezîrê Kurdistanê li gel şandeke Amerîkî civiya

behsa rewşa Sûriyeyê û rewşa deverê kirin
کوردستان TV
100%

Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî duhê bi şev li gel şandeke Amerîkî civiya û derbarê naveroka civînê de li ser pêgeha xwe wisa nivîsandiye;

Îro sêşemê 15ê cotmehê me pêşwaziya alîkarê wezîrê derve yê Amerîkayê yê bo karûbarên Rojhilata nêz David Schenker kir.

Di civînê de me derbarê guhertinên heyî yên li Îraq û Sûriyeyê kir û me behsa dilgiraniyên xwe yên li hember rewşa niha ya li Bakûrê Rojhilatê Sûriye û Rojavayê Kurdistanê û encamên rewşa han kir.

Me di berdewamiya civînê de tekez li ser vê yekê kir ku lazime dawî bi tundûtîjiya li deverê were anîn, jiber ku dom kirina şer û aloziyan li deverê de derfet bo serîhildana terorê xweş dike.

Me balkêşande ser vê yekê kir ku lazime civaka cîhanî bo vehevandina aware û penaberan yên ku jiber şer û aloziyên deverêberê xwe dane Kurdistanê, hevkariya herêma Kurdistanê bike.

Me çend pêşniyar bo çareser kirina kêşeyan pêşkêş kir û li benda vê yekê ne ku Bexda bo çareser kirina kêşeyan li ser esasê destûrê pêngavên cidî bavêje.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.