Erbil 38°C Saturday 21 Jun 11:02

Mezlûm Ebdî: Rêkeftin bo ji nav birina gelê Kurde

dibêje ev wan mercan qebûl nakin
کوردستان TV
100%

Fermandarê giştî yê hêzên YPGê li Rojavayê Kurdistanê Mezlûm Ebdî di peywendiyeke telefûnî de li gel Senatorê Amerîkî Lindsey Graham, dilgiraniya xwe ya li hember rêkeftina navbera Amerîka û Tirkiyeyê ya bo ragihandina agirbestê ragihand ku ev ji vê rêkeftinê gelek dilgiranin jiber ku ev rêkeftina han bo tune kirina netewî ya gelê Kurde.

Graham di twitteke xwe de behsa naveroka peywendiya telefûniya xwe ya li gel Mezlûm Ebdî kiriye û nivîsandiye; Ebdî spasiya hewldanên Amerîkayê yên bo rawestandina tundûtîjiyê dike, lê dibêje rêkeftina navbera Tirkiye û Amerîkayê planeke bo ji nav birina gelê Kurd jiber vê çendê ev pêşniyarên Tirkiyeyê qebûl nakin.

Ebdî herwiha diyar kiriye ku ev ne li dijî çê kirina navçeya aramin, lêbelê nabe ev navçe bi şer û li ser daxwazên Tirkiyeyê were çê kirin jiber ku navçeyeke wisa dibe sedema awarebûna şêniyên deverê û tune kirina gelê Kurd.

 

Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.