Birêveberatiya Polîsê Silêmanî belav kir ku îro hêzên polîs li Silêmanî karîne du kesan ku tawanên curbicur kirine binçav bikin.
Li gor daxuyaniya han yek ji wan kesan bi navê karmendê şaredariyê pere ji xelkê stendiye û ewê din jî bi kêran êrîşî ser ajovanê taksiyekê kiriye û hewl daye taksiya vî bidize.
Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku dosyeyên wan her du kesan hatine amadekirin û bo dadgehê hatine şandin.
N: E: G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin