Erbil 38°C Wednesday 19 Mar 14:09

Li Hewlêrê du diz hatin girtin

di lêpirsînan de li xwe mokir hatine
کوردستان TV
100%

Birêveberatiya polîsê Hewlêrê dibêje ev du kes dizî ji malên xelkê kirine.

Îro birêveberatiya Polîsê Hewlêrê daxuyaniyeke belav kir û tê de diyar kir ku, piştî welatiyek ku şêniyê devera Daretû ya ser bi Hewlêrêye doz vekiriye û gotiye dizî ji mala vî hatiye kirin û têştên nav mal hatine dizîn, hêzên polîs dest bi lêkolîn kirin li ser bûyerê kirine.

Di berdewamiya daxuyaniyê de behsa vê yekê hatiye kirin ku piştî demeke kurt ji lêkolînan û kom kirina zaniyariyan, hêzên polîs du kes girtine û di lêpirsînên destpêkê de li xwe mokir hatine ku dizî kirine.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.