Wezareta tendirostî amarên taybet bi Koronayê belav kir.
Wezareta tendirostî ya hikûmeta Kurdistanê amarên taybet bi Koronayê yên 24 seatên derbasbûyî belav kir.
Li gor daxuyaniya wezareta tendirostî di nava 24 seatn de li seraserê Kurdistanê bi giştî 684 kesên din yên ku piraniya wan ku 337 kesin li Dihukê bi Koronayê ketine.
Piştî Dihukê hijmara herî zêde ya pêketiyan li Hewlêrê hatiye tomarkirin ku 229 kese.
Di nava heman 24 seatê de 283 berketiyên Koronayê jî baş bûne û 21 welatî jî jiber Koronayê canê xwe ji dest dane.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin