Behsa rewşa giştî ya deverê û rewşa Kurdistanê kirin.
Berî nîvroya îro çarşem 18/11/2020 Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Şêwirmendê bilind yê karûbarê leşkerî yê Brîtanyayê yê bo Rojhilata Navîn û Bakûrê Efrîqayê General John Lorimer kir.
Di hevdîtinê de ku balyozê Brîtanyayê yê li Îraqê Stephen Hickey jî têde amade bû, rewşa Iraq û navçeyê û pêwîstî û girîngiya hevkarî û hemahengî û karkirina ji bo parastina aramiya li navçeyê giftûgo kirin.
Her di civînê de Lorimer tekez li ser dom kirina piştîvanî û piştgîriyên Brîtanyayê yên bo herêma Kurdistanê kir û rêzdarî û spasiyên welatê xwe jî yên bo hevkarî, hemahengî û kar kirina hevbeş ya Kurdistanê li gel Îraqê diyar kir.
Di berdewamiya civînê de jî Serokê herêma Kurdistanê spasiya piştîvaniyên Brîtanyayê kir û hêviya serkeftinê bo Lorimer xwest.
Pêşhatên dawî yên şerê terorê û rûbirûbûna DIŞIê, peywendiyên Hewlêr – Bexda û diyaloga çareserkirina kêşeyên wan, derbaskirin û pejirandina yasaya pirkirina kurtanîna bûdçeyê li parlementoya Iraqê, rewşa emnî ya tixûbên Herêma Kurdistanê û çend pirseke dinê ji bo her du aliyan hevbeş û girîngbûn, beşeke dinê vê civînê bûn.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin