Li nêzî nexweşxaneya El-Rehmê ya kolana Filîstîn a bajarê Hesekê bombeyeke destan teqiya û di encamê de yek ji wan zarok 2 sivîlan jiyana xwe ji dest da û 7 sivîl birîndar bûn ku rewşa hinekan xeter e.
Li gorî agahiyên ku ji nûçegihanê me hatine wergirtin, di teqînê de zarokekî biçûk û sivîlekî 39 salî jiyana xwe ji dest daye û 7 sivîl birîndar bûne û rakirine nexweşxaneyên El-Luilua û El-Hikmê. Rewşa hin birîndaran giran e.
Nûçegihanê me diyar kir ku li sûka bajarê Hesekê di navbera hêzên hikumata Şamê û komên Dîfa Wetenî de rageşî heye û dikanên bazirganiyê hatine girtin.
Ji anhayê hatiye wergirtin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin