Hêzeke nû ya taybet tê ava kirin

wezareta navxwe û pêşmerge hêzeke taybet ava dikin.
کوردستان TV
100%

Vê li deriyên sînorî pêşî ji karên derqanûnî bigire.

Îro civata wezîran civiya û piştî bi dawî hatina civînê jî Serokwezîr Mesrûr Barzanî derbarê naveroka civînê de wisa nivîsand;

Îro pêncşem 7/1/2021an me gerînendetiya civîna heftane ya civata wezîran ya herêma Kurdistanê kir.

Di destpêka civînê de li ser navê civata wezîran me pîrozbayî li wezîrê nû yê samanên xwezayî Kemal Etrûşî kir ku ji aliyê parlementoyê ve jî dengê baweriyê jê re hatiye dayîn û me herwiha hêviya serkeftinê di pîwerdariya nû de jê re xwest.

Di beşa yekem ya civînê de ku taybet bo bi eşkere kiriye yekem bernivîsa proje bûdceya 2021an ya herêma Kurdistanê û têbênî û pêşniyarên wezaretan yên derbarê ji nûve organîze kirina dahat, kêm kirina xerciyan û sînordar kirina kêmanîna bûdceyê bo sala 2021an, wezîrê darayî raporta wezareta darayî ya derbarê rewşa niha ya darayî ya herêma Kurdistanê, amadekariyên bernivîsa yekem proje bûdceya 2021an ya herêma Kurdistanê pêşkêş kir.

Pişt re wezîrê pilandanan raporta wezaretê derbarê bûdceya hêlbirînê ya taybet bi projeyên xizmetgozarî di çarçoveya proje bûdceya 2021an ya herêmê pêşkêş kir.

Piştî nîqaşeke berfire û lihev veguhastina ramanan, civata wezîran projeya diyar kirina demek bo amade kirina bernivîsa proje bûdceya 2021an qebûl kir û bo vê yekê jî hefteya pêşiya me civata bilind ya abûriya herêma Kurdistanê bo pejrandina yekem bernivîsa proje bûdceya 2021an dicive. Her di çarçoveya giftûgo kirin li ser ji nûve sazmandehî kirina dahatan di çarçoveya proje bûdceya herêmê de, me behsa vê yekê kir ku lazime di çarçoveya bernameya reforman ya kabîneya 9an de, her hewlek bo ji nûve sazmandehî kirin û zêdetir kirina dahatên hikûmeta herêma Kurdistanê were dayîn.

Di vê çarçoveyê de her du wezaretên navxwe û pêşmerge hatin pîwerdarkirin daku, bo pêşî girtin ji her binpêkirin û kareke derqanûnî li tevahiya deriyên sînorî hêzeke taybet ava bikin ku ew hêza han ya taybet jî xudan desthilata qanûnî dibe û cîhbicîh kirina qanûn û zagonan, û pêşî girtin ji her cure kareke derqanûnî, qaçaxçîtî li deriyên sînorî yên herêma Kurdistanê de, Rixmî tekez kirin li ser cîhbicîh kirina wan biryarên warê xizmetgozarî yên li deriyên sînorî ku pêştir hatibûn dayîn, bi liber çav girtina dahat û berejwediyên giştî.

N: E. G

 

 

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.