Erbil 38°C Saturday 05 Jul 12:48

Saman Berzencî: Bila welatî balder bin

dibêje hewlên hikûmetê bo dabîn kirina vaksînê didomin.
کوردستان TV
100%

Wezîrê tendirostî huşdarî dide Kurdistaniyan.

Wezîrê tendirostî yê hikûmeta Kurdistanê Dr, Saman Berzencî di gotarekê de daxwaz ji welatiyan kir daku pêbendî şîretên tendirostî bin û xwe û derdorê xwe ji Koronayê biparêzin.

Saman Berzencî diyar kir ku, mixabin rojbiroj li Îraqê hijmara pêketiyan zêdetir dibe û lazime Kurdistanî jî jiber kêm bûna hijmara berketiyan li Kurdistanê de, sistî raber neken û pêbendî şîret û rêkarên tendirostî yên xweparêziyê bin.

Derbarê gehêştina vaksîna Koronayê de jî Berzencî diyar kir ku Çîn biryar daye daku 5 hezar vaksîn bişîne Kurdistanê û ji bilî vê jî em weke hikûmeta Kurdistanê bo dabîn kirina vaksînê di hewldanan dene.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.