Dibêje yek ji wan bi ser balefirxaneyê de derbas bûye.
Antî terora Kurdistanê derbarê êrîşa mûşekî de yaku îşev bo ser Hewlêrê hatibû kirin, ragihand ku 3 mûşek hatine avêtin, du ji wan li sûçeke balefirxaneyê ketine erdê û yek ji wan jî li ser asman balefirxaneyê re derbas bûye.
Ji bilî daxuyaniya antî terora Kurdistanê, hin jêderên din jî behsa vê yekê dikin ku du mûşek li balefirxaneyê ketine, meşeke li qada firotina sewalan ketiye û di encam de du kes ku xelkê Rojavayê Kurdistanê ne birîndar bûne.
Mûşekeke din li taxa Bextiyarî ketiye erdê ti zirarên madî çê bûne û mûşekeke din jî li taxa Naz ya li nêzî apartimanên naz sîtî yaku bi apartimanên Zekeriya tên nasîn ketiye erdê û di encam de du kesên din birîndar bûne.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin