Wezareta navxwe daxuyaniyek belav kir.
Wezareta navxwe ya Kurdistanê derbarê êrîşa mûşekî ya bo ser Hewlêrê daxuyaniyek belav kiriye.
Di daxuyaniyê de wezaretê diyar kiriye ku îşev seat 9 û 30 deqîqeyan bi mûşek êrîşî ser Hewlêrê hatiye kirin û 5 mûşek jî li Hewlêrê ketine erdê.
Wezaretê daxwaz ji xelkê kiriye ji cîhên ketina mûşekan dûr bikevin, li malên xwe bimînin daku pişt re zaniyarî bi fermî têne belavkirin.
Wezaretê herwiha eşkere kiriye ku aliyên têkildar dest bi lêkolînan kirine û di deme nêz de zaniyariyên pêwîst bo raya giştî werin belavkirin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin