Erbil 38°C Saturday 05 Jul 18:59

Şanda hevpeymaniya cîhanî serdana wezareta pêşmerge kir

dibêje hevkariyên me bo pêşmerge berdewam dibin.
کوردستان TV
100%

Şand ji Şêwirmendên leşkerî yên hevpeymanan pêk hatibû.

Îro şandeke Şêwirmendên leşkerî yên hevpeymaniya cîhanî ya dijî DIŞIê serdana wezareta pêşmerge kir û li gel wezîrê Pêşmerge Şoreş Îsmaîl civiya.

Di civînê de rixmî ku giftûgo derbarê êrîşa mûşekî ya duhê şev ya bo ser Hewlêrê hatiye kirin, hevdem giftûgo derbarê çend mijarên din weke reformên nava wezareta pêşmerge, hemahengî û hevkariya navbera hêzên pêşmerge û hevpeymaniya cîhanî hatiye kirin.

Her di civîna han de şanda hevpeymaniya cîhanî tekez li ser vê yekê kiriye ku hevkarî û hemahengiyên hevpeymaniya cîhanî li gel hêzên pêşmerge berdewam dibin.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.