Balyozên her du welatan serdana Parêzgarê Hewlêrê kirin.
Balyozên Franse û Almanya ku duhê hatibûn Kurdistanê û li gel Serokê herêma Kurdistanê û Serokwezîrê Kurdistanê civiya bûn, îro jî serdana navenda walîtiya Hewlêrê kirin.
Ev her du balyoz li gel rayedarên walîtiya Hewlêrê civiyan û behsa êrîşên duhê şev yên bo ser Hewlêrê kirin û ragihandin ku ev hatine daku piştîvaniya Franse û Almanyayê bo Hewlêrê diyar bikin.
Balyozên mêwan bi tundî êrîşa han mehkûm kirin û ragihandin ku xwe bi beşek ji Hewlêrê dizanin û jiber êrîşa han jî dilgiranin.
Weke tê zanîn ev her du balyoz duhê serdana Hewlêrê kiribûn û di dema vegera wan ya bo Bexdayê, li balefirxaneya navnetewî ya Hewlêrê de bûn ku bi mûşekan êrîşî ser Hewlêrê hate kirin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin