Serokê CHPê dibêje lazime hilbijartinên pêşwext werin kirin.
Serokê CHP Kemal Qiliçdaroglû ragihand ku rewşa Tirkiyeyê gelek aloz û wêrane û desthilata siyasî ya niha nikare Tirkiyeyê bi başî û weke pêwîst îdare bike.
Qiliçdaroglû herwiha daxwaz kiriye ku bo rizgar kirina Tirkiyeyê ji rewşa niha ya aloz, di payîza 2021an de hilbijartinên pêşwext werin kirin.
Derbarê zextên ku li HDP û aliyên Kurd jî têne kirine, Serokê CHPê diyar kiriye ku desthilata siyasî ya Tirkiyeyê dixwaze Kurd û wan aliyên Kurdî yên ku dengê xwe nedane AKP ceza bike.
Nav hatî eşkere kiriye ku daxistina HDPê bi wateya ceza kirina 5 heta 6 miliyon dengderên Kurde û ew jî li dijî demokrasiyê ye.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin