Li dijî terorîstên DIŞIê li derdorê Kifrî hatiye lidarxistin.
Li gor zaniyariyên berdest, hêzên pêşmerge û artêşa Îraqê li derdorê Kifrî operasiyoneke hevbeş li dijî terorîstên DIŞIê lidar xistine.
Di operasiyona han de yaku hêzên asmanî yên Îtalî jî têde beşdar bûne, çend pêgeh û çeperên terorîstên DIŞIê hatine wêrankirin.
Her di çarçoveya heman operasiyonê de hêzên pêşmerge karîne toneleke terorîstên DIŞIê yaku beriya destpê kirina operasiyonê hatibû valakirin ji nav bibin û dest bi ser hinek cebelxaneya terorîstan de bigirin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin