Balyozxaneya Amerîkayê ya li Bexdayê daxuyaniyek weşandiye.
Îro yekşem balyozxaneya Amerîkayê ya li Bexdayê derbarê êrîşa duhê ya pkk bo ser hêzên pêşmerge daxuyaniyek weşandiye û di daxuyaniyê de hatiye gotin ku Amerîka bi tundî êrîşa hovane ya pkk bo ser hêzên pêşmerge mehkûm û şermezar dike.
Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku Amerîka li gel dostên xwe yên li herêma Kurdistanê de diwestin û tekez li ser karên hevbeş bo dabîn kirina aramiyê li deverê de dikin.
Di berdewamiya daxuyaniyê de bi tundî êrîşa hovane hatiye şermezarkirin û pêşmerge weke hevparên jêhatî yên Amerîkayê hatine wesifkirin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin