Behsa hilbijartinên Îraqê kirin.
Îro Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel Emîndarê giştî yê partiya Elome ya Îraqî kir û piştî bi dawî hatina civînê jî Serokwezîr derbarê naveroka civînê de wisa nivîsand:
Îro şemî 31ê Tîrmeha 2021an me pêşwaziya şandeke bilind ya partiya Elomeya Îraqî kir bi Serokatiya Emîndarê giştî yê partiya han Mehmûd Husên Elegîlî.
Di civînê de pêşhatên dawî û pêşketinên li Îraqê û amadekariyên heyî yên bo hilbijartina parlementoya Îaqê hatin nirxandin.
Di civînê de me tekez li ser pêdiviya derfet xweşkirinê li berdem hilbijartineke azad û şefaf ku têde maf û xwestekên tevahiya pêkhateyan werin dabînkirin, kir.
Şanda bilind ya partiya Elomeya Îraqî, stayîşa helwestên herêma Kurdistanê yên bo mêwandarî kirin û hevkarî kirina bi sedan hezar awareyên parêzgehên din yên Îraqê ku bi aştî û aramî li herêma Kurdistanê de dijîn, kir.
Her di heman civînê de me giftûgo li ser girîngiya çareser kirina kêşeyên hilwastî yên navbera herêma Kurdistanê û hikûmeta fedralî li ser esasê destûrê kir.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin