Ev amara wezareta koç û koçberan ya Îraqê ye.
Wezareta karûbarên koç û koçberan ya Îraqê ragihand ku, niha bi giştî 37 hezar malbetên aware mane vegerên cîhên xwe û ev her 37 hezar malbetên aware di nava kempênli herêma Kurdistanê de nîştecîh ne.
Li gor daxuyaniya han piraniya koçberên Şingal û derdorê li kempên curbicur yên herêma Kurdistanê de nîştecîhne.
Di berdewamiya daxuyaniya han de hatiye eşkere kirin ku heta niha bi giştî 600 hezar malbetên aware vegeriyane cîhên xwe.
Weke tê zanîn jiber êrîşên terorîstên DIŞIê di havîna 2014an de bi giştî 5 miliyon û 500 hezar Îraqî aware bibûn ku piraniya wan li Kurdistanê û beşeke din jî li Ewrûpayê bicîh bûne.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin