Pentagon: Ev pêngav gelek girînge

dibêje li sê navendan perwerde kirina hêzên pêşmerge berdewame.
کوردستان TV
100%

Dibêje dibe sedema bihêztir bûna hêzên pêşmerge.

Wezareta berevanî ya Amerîkayê yaku bi pentagonê tê nasîn, di raporteke xwe de behsa biryara Serok Barzanî ya bo xistina hêzên yekeya 80an bi ser wezareta pêşmerge ve ragihand ku, ev pêngava han gelek girînge, dibe sedema bihêztir bûna hêzên pêşmerge û bihêztir kirina mekanîzma berevanî kirin ji Kurdistanê.

Pentagonê herwiha eşkere kiriye ku vê di demeke nêz de vê tûgayeke din bikeve ser wezareta pêşmerge û ji wezareta pêşmerge emir bistîne.

Di berdewamiya raportê de hatiye diyarkirin ku ketina çûna 8 hezar û 100 pêşmergeyan bi nava bazneya wezareta pêşmerge dibe sedema bihêz bûna wezareta pêşmerge û niha di nava 3 navendên curbicur de perwerde kirina hêzên pêşemrge berdewame.

Weke tê zanîn meha derbabsûyî bi fermana Serok Barzanî hêzên pêşmerge yên yekeya 80an yaku ser bi PDK ve bû, kete ser wezareta pêşmerge.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.