Li Nexede 2 welatiyên Kurd hatin kuştin

heta niha 2 welatiyên Kurd hatine kuştin.
کوردستان TV
100%

Ji aliyê Tirkên Azerî ve hatine kuştin.
Li gor jêderên ji Rojhilatê Kurdistanê, îro danê nêvro li bajarê Nexde ya li Rojhilatê Kurdistanê, hijmareke Tirkên Azerî êrîşî ser du ciwanên Kurd kirine.
Êrîş bi kêran pêk hatiye û di encam de ciwanekî Kurd hatiye kuştin û ciwanek jî bi dijwarî birîndar bûye.
Ev bûyer bûye sedema çê bûna aloziyeke mezin di navbera Kurd û Azeriyan li Nexdeyê û dîsa pevçûn di navbera wan de derketiye û welatiyeke din yên Kurd ji aliyê Azeriyan ve hatiye kuştin û du welatiyên din jî hatine birîndarkirin.
N: E. G

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.