Derbarê kuştina endamê komîteya navendiya xwe de daxuyanî daye.
Partiya demorkata Kurdistan/Îran derbarê kuştina endamê komîteya navenda xwe Mûsa Babaxanî daxuyaniyek bo raya giştî belav kir.
Di daxuyaniya han de hatiye diyarkirin ku Mûsa Babaxanî ku xelkê bajarê Rojhilatê Kurdistanê ye, roja pêncşemê li ser rêya Hewlêrê ji aliyê du endamên hêzên ewlekarî yên Îranê ve hatiye revandin û di nava hotêlekê de bi navê gula Silêmanî ya li Hewlêrê hatiye kuştin.
Di berdewamiya daxuyaniya han de partiya demorkata Kurdistan/Îran eşkere kiriye ku li ser laşê Babaxanî cîhê eşkence kirinê jî heye.
Weke tê zanîn duhê polîsê Hewlêrê cenazeyê Babaxanî di nava hotêlekê de li Hewlêrê dîtibû.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin