Jiber gendeliyê û bertîlê hatine girtin.
Komîteya nehêştina gendelî û bertîlê li Siûdiyeyê diyar kir ku, zêdetir ji 200 kesan li Siûdiyeyê jiber stendina bertîl û gendeliyê li vê welatî hatine girtin.
Li gor daxuyaniya komîteyê ji 11ê Tîrmehê ve heta 9ê Tebaxê hêzên nehêştina gendelî û bertîlê, karîne li deverên curbicur yên Siûdiyeyê bi giştî 207 kes jiber gendelî û stendina bertîlê binçav bikin.
Ev kesên ku hatine girtin karmendên wezaretên derve, dad, tendirostî, navxwe, perwerde û bazirganî bûne.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin